Li Enbarê êrişa li ser Heşdî Şabî: 9 mirî, 10 birîndar

Li Enbarê di êrişa li ser komên çekdar ên ser bi Heşdî Şabî de ji Tevgera Ensarullah Evfiya 9 kes mirin, 10 kes jî birîndar bûn.

Piştî rêze êrişên doh ên li ser hêzên Heşdî Şeebî li deverên cuda yên Iraqê, îro jî êriş berdewam kirin. Hate ragihandin ku li sînorê parêzgeha Enbarê carek din êrişî hêzên Heşdî Şeebî hatiye kirin.

Li gorî agahiyên AFP’ê ji du berpirsên ewlekariyê yên Iraqê girtî, îro baregeha tevgera Ensarullah Awfia ya ser bi Heşdî Şeebî û nêzîkî Îranê, hate bombebarankirin.

AFP’ê li gorî zanyariyên çavkaniyan da zanîn ku di encama êrişê de 9 çekdarên tevgera Ensarullah Awfia hatin kuştin û 10 çekdar jî birîndar bûn.

Her wiha hate ragihandin ku baregeha koma çekdar bi temamî hatiye wêrankirin û yekîneyên lezgîn yên ku ji bo rizgarkirina çekdaran gihiştin cihê buyerê jî rastî êrişê hatin, lewma dibe ku hejmara mirî û birîndaran zêde bibe.

Hêjayî gotinê ye ku duh li parêzgehên Enbar, Nînowa, Babil û Kerkûkê bi caran êrişî baregehên hêzên Heşdî Şeebî hatin kirin û di encamê de 52 endamên hêzên Heşdî Şeebî hatin kuştin û birîndar bûn.

Ji destpêka şerê Îran û Îsraîl-Amerîkayê ve komên çekdar ên nêzî Îranê yên li Iraqê baregeh û navendên Amerîka yên li Iraqê bi dron û muşekan hedef digirin, heman şêweyî li aliyê din Amerîka êrişî komên çekdar ên alîgirên Îranê yên li Iraqê tên kirin. Fikarên derbazbûna şer di nav Iraqê de heye, lê ti desthilata hikûmeta Iraqê li ser komên çekdar nîne ku kontrol bike.